WHO: Vîrusa Delta li welatên ku helmeta derziyê tê de sist e gelekî bilez belav dibe
PeyamaKurd – Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) diyar kir, li 85 welatan cûreya Delta ya vîrusa Koronayê belav bûye û sedema wê jî nedadperwerdiya dabeşkirina derziya Koronayê ye.
Serokê Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) Tedros Adhonam da zanîn: “Welatên ku derzî gihîştiye wan û bi kar anîne, niha rewşa wan asayî dibe, li hember wan hinekwelat ji ber tunebûna derziya pêwîst, ketine rewşeke giran a tendirustiyê.”
Tedros Adhonam destnîşan kir: “Delta ji cûreyên din ên vîrusa Koronayê bileztir belav dibe. Vîrusa Delta li 85 welatan heye û li welatên ku helmeta derziyê tê de sist e, gelekî bilez belav dibe.”
Adhonam herwiha eşkere kir: “Kêşe ew e ku derzî bi awayekî wekhev nagihîje destê her kesî. Welatên ku derzî wergirtine, rewşa welatê wan û aboriya wan asayî dibe û welatên ku derziya pêwîst negihîştiye wan, rûbirûyî rewşeke gelek dijwar bûne, ev rastiyek e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin