Serokomarê Iraqê: Birêveçûna hilbijartinên pêswext deriyê rizgarbûna welat e
PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Ehmed Salih bi peyamekê diyar kir, birêveçûna hilbijartinên pêşwext li gor hevtêgihîştina niştimanî, deriyê rizgarbûna welat e.
Berhem Ehmed Salih di peyama xwe ya ji bo raya giştî û aliyên nakok ên Iraqê belav kir de da zanîn: “Dîmenên do derûniya xelkê Iraqê hejand, hestên wan birîndar kir û dilê wan bi xem tijî bû.”
Serokomarê Iraqê eşkere kir: “Hilbijartinên borî, hêviya welatiyan pêk neanî û gelek kêşe û astengî rûbirûyî Iraqiyan kir. Em ji dema destûrî ya ji bo pêkanîna hikûmeta nû paş ketin û mijara destjikarkişandina Sediriyên ku di hilbijartinan de bi ser ketibûn, encamên mezin ên siyasî û civakî li pey xwe anî.”
Herwiha Berhem Salih di beşeke axaftina xwe ya li ser kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de destnîşan kir, qeyrana navbera Hikûmeta Federal û Herêma Kurdistanê êdî nayê qebûlkirin û gelek li ser welat ketiye û em gihandine vê dema yekalîker, ku îro rûbirûyî encamên wê dibin ji ber paşxistina kêşeyan.
Di berdewamiyê de got, divê gotûbêjeke cidî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de destpê bike û çareseriya bingehîn û herdemî, ne ku çareseriya demkî, ji bo kêşeyan were dîtin û divê berjewendiya hemû welatiyan li ber çav were girtin û tevlî nakokiyên siyasî neyê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin