Serokwezîr daxwaza dabînkirina 60 milyar Dînar ji bo projeya rêya Kelar û Derbendîxan pejirand
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, daxwaza dabînkirina 60 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya rêya Kelar û Derbendîxan pejirand.
Hat ragihandin, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran nivîsek arasteyî Wezareta Darayî û Aborî kir û tê de rizemendî nîşan da ku 60 milyar Dînar ji bo dirustkirina rêya Kelar – Derbendîxan bê xerckirin.
Beriya niha Fermangeha Ragihandin û Zanyariyan diyar kiribû ku Wezîrê Avadankirin û Niştecihkirinê daxwaz kiriye, projeya rêya Kelar – Derbendîxan di demeke nêzîk de û di heyama kabîneya nehem de were cibicîkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin