Serokwezîr: Ez kêfxwes im li vê derê amade me ji bo destpêka sala nû ya xwendinê li Kurdistanê
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê sala nû ya xwendinê, bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve destpê kir û zengila destpêkê ya sala nû ya xwandinê lêket û Mesrûr Barzanî li ser wê gotarek pêşkêş kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr barzanî, îro 13.09.2022yê di saet 08:00ê serê sibehê de, zengila destpêkirina sala nû ya xwendinê ya 2022 – 2023yê li Dibistana Eylûl a qeza Berdereşê lêda.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir: “Bi navê xwedayê mezin û mîhreban. Ez gelek spasiya birêz wezîr dikim. Spasiya rêveber, mamosta û xwandevanên dibistana Eylûl a qeza Berdereşê dikim. Îro ez kêfxweş im li vê derê amade me ji bo destpêka sala nû ya xwendinê li Kurdistanê.”
Herwiha eşkere kir, ez spasiya yek bi yek hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û mamostayan dikim, ji ber berxwedaniya wan a ji bo derbas kirina krîzan.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Em dixwazin welat û aboriyekî me hebe ku derfeteke kar ava bike, ne tenê debara jiyanê dabîn bike.”
Herî dawî got: “Pêwîst e hûn ji her tiştekî zêdetir, xwedî heskirina welat bin. Herwiha heskirina we ji bo xwezaya xweşik a welatê me hebe, ji bo pêkvejiyana olî û rêzgirtina li yek û ji bo pêkvejiyana netewî hebe.”
Serokê Hikûmetê destnîşan kir: “Piştî derbaskirina krîzan, tişta ji destê me bê ji bo mamosta, xwandevan û hemwelatiyan jî em kêm nakin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin