SOHR: DAISê navçeya li sînorê Iraqê ji destê HSDê derxist: 47 kustî…

25 November 2018 14:45 0 dîtin
SOHR: DAISê navçeya li sînorê Iraqê ji destê HSDê derxist: 47 kustî…

PeyamaKurd - Rawengeha ji bo Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, piştî şerê dijwar ê du rojan terorîstên DAIŞê navçeya Behre ya li sînorê Sûriye-Iraqê ku dikeve ser Dêrazorê ji destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) derxistiye û gelek kuştî û birîndar hene.

Rêveberê SOHRê Ramî Ebdulrahman derbarê şerê du rojan ê li rojhilatê Sûriyê devera Dêrazorê de got, ‘Herî kêm 47 şervanên HSDê hatine kuştin û 10 şervan jî ji aliyê DAIŞê ve dîl hatine girtin.’