Swêd: Em ti kesî radestî Tirkiyê nakin!

09 January 2023 20:17 0 dîtin
Swêd: Em ti kesî radestî Tirkiyê nakin!

PeyamaKurd - Nûnerê Daîmê yê Swêdê li Yekîtiya Ewropayê Lars Danielsson ragihand ku wan daxwaza Tirkiyê ya ji bo radestkirina hejmarek Kurdan red kiriye.

Nûnerê Swêdê li Yekîtiya Ewropayê Lars Danielsson di civîna destpêkirina serdema seroktiya YE ya Swêdê de, civîneke rojnamevanî li Brukselê li dar xist.

Di civînê de Danielsson li ser pirsa rojnamevanê Kurd Barzan Hesen ya derbarê rêkeftina bo endamtiya NATO ya ligel Tirkiyeyê û daxwazên radestkirina hejmarek kesên Kurd bo Tirkiyê got: “Duh Serokwezîrê Swêdê ragihand, em daxwaza Tirkiyê qebûl nakin û ti kesekî radestî wî welatî nakin û em rêzê li mafên kemîneyan ên li Swêdê digrin.”

Danielsson herwiha diyar kir: “Tirkiye welatekî namzeta endambûna Yekîtiya Ewropayê ye, lê belê di nava du salên borî de, me li ser mafên mirovan ti pêşketinek nedîtiye, herwiha di dawiya îsal de jî Tirkiye ber bi hilbijartinên navxweyî ve diçe û em bi awayekî berdewam rewşa navxwe ya Tirkiyê dişopînin.”

'Danûstandinên bi Tirkiyeyê re hîn encam nedane'

Danielsson li ser rewşa dawî ya rêkeftina ligel Tirkiyeyê ya ji bo endamtiya wan a NATOyê jî destnîşan kir: "Em bi Tirkiyeyê re di nav danûstandineke hîn encam nedaye de ne. Em ê her tiştî gotûbêj bikin, wekî mînak em ê vê di çarçoveya pabendbûna xwe ya bo mafên kêmîneyan pêk bînin.”