Talîbanê pistrast kir: Du welatiyên DYAyî hatine desteserkirin
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Afxanistanê yêTalîbanê ZabÎhullah Mucahîd bi daxuyaniyekê piştrast kir ku hin welatiyên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), ji ber binpêkirina yasayên Afxanistanê hatine desteserkirin.
Mucahîd di daxuyaniya xwe ya ji bo kanala Tolo News a Afxanî de da zanîn ku 2 welatiyên DYAyî ji alî hêzên asayîşê yên Talîbanê ve hatine desteserkirin û got ku di derbarê her dû welatiyên DYAyê de, di navbera wan û berpirsên hikûmeta DYAyê de danûstandin hene.
Mucahîd di derbarê sedemên desteserkirina du welatiyên DYA û nasnameya wan de ti agahiyan parve nekir.
Mucahîd got: “Welatiyên welatên biyanî dema bêne Afxanîstanê, divê yasayên Afxanîstanê li ber çavan bigirin û li gor wan yasayan tevbigerin û got: "Eger rêgezan binpê bikin, helbet wê rastî encamên hiqûqî bên."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin