Talîbanê nîvê dezgehên medyayî girtin û 10.790 medyakar ji kar hatin avêtin

21 December 2021 22:02 0 dîtin
Talîbanê nîvê dezgehên medyayî girtin û 10.790 medyakar ji kar hatin avêtin

PeyamaKurd – Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ragihand ku ji dema Tevgera Talîban li Afganistanê hatiye ser kar ve, ji sedî 43yê dezgehên medyayî hatine girtin.

Herwiha RSFê daye xuyakirin ku di heyama Talîbanê de, ji sedî 60ê rojnamevanên mêr bêkar mane û rojnamevanên jin jî bi giştî kar hatine avêtin.

 Li gorî ragihandina AFPê ku dispêre raporên RSFê, di mehên havînê de ji 543 dezgehên medyayî yên Afganistanê tenê 312 heta dawiya meha Mijdara 2021ê mane û di nav sê mehan de, ji sedî 43yê dezgehên medyayî ji aliyê Talîbanê ve hatine girtin.

Herwiha li gorî rapora RSFê bi giştî 10 hezar û 790 medyakar ji kar hatine avêtin. Hatiye diyarkirin ku her ji 5 jinên rojnamevan 4an karê xwe ji dest daye û li 15 herêmên Afganistanê ti xebatkarên jin ên medyayê nemane.