Xwediyên miriyên di teqîna Beyrûdê de xwepêsandan kirin
PeyamaKurd – Xwediyên miriyên di teqîna Beyrûdê de, li ber mala wezîrê karên hundir yê Lubnanê Muhammed Fehmî xwepêşandan kirin û di navbera wan û hêzên asayîşê de gengeşe derket. Xwediyên miriyên di teqîna Beyrûdê de ku di 4 ê tebaxa 2020 an de çêbûbû, bi daxwaza xwestina dadweriyê çend rojin xwepêşandan dikin û îro çûn ber derê mala wezîr Fehmî.
Xwepêşandêr wêneyên miriyên xwe dabûn ber dilên xwe û maketên tabûtan danîn ber deriyê mala wezîr Muhammed Fehmî. Bo rakikina erkên an ku îmtiyazên rêvebirê asayîşê yê giştî Abbas İbrahim û kesên weka wî xwestin ku pêngav bên avêtin.
Xwepêşandêr deriyê ber hewşa wezîr ji ber kirin û gotin eger îznê bide da rêvebirê giştî yê asayîşê İbrahim bê darizandin, dê dev ji çalakiyên xwe berdin.
Hêzên asayîşê bi xaza îsotê mudaxeleyê xwepêndêran kirin û di navbera wan de pevçûn derket.
Xwepêşandêr berê li ber meclisa Lubnanê ketin nav tevgerê û di serî de li hemberê serokê meclisê Nebîh Berrî, temamê siyasetmedaran û partiyên siyasî sloganan gotin. Heya sietekî xwepêşandêr li ber meclisê man û paşî çûn ber mala wezîrê karên hundir. Xwediyên miriyan weha gotin:
“Wezîrê karên hundir Fehmî nexwestiye rêvebirê giştî yê asayîşê İbrahim di çarçoveya lêpirsînê de bê darizandin.”
Di teqîna Beyrûdê ya 4 ê tebaxa 2020 an de li dora 200 kes miribûn û ji 6 hezarî zêdetir kes birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin