Zelenskiy: Pistgiriya wî welatî, ji bo me girîng e
PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku di têkoşîna li dijî êrîşkariya Rusyayê de piştgiriya Çekyayê, ji bo wan girîng e.
Volodimir Zelenskiy, di peyama xwe ya ku belav kir de diyar kir ku wî ligel Serokomarê Çekyayê Petr Pavel pêwendiyeke telefonê daniye û got, "Bi awayekî fermî dest bi wezîfeyê kir, min pîrozbahî lê kir."
Serokê Ukraynayê da zanîn ku ligel Pavel di derbarê pêşhatên li eniya şer û pêdiviyên ewlekariyê yên Ukraynayê axivîne û diyar kir ku wan li ser endamtiya Ukraynayê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê jî dan û stendin kirine.
Zelenskiy amaje kir ku wî û Pavel di warê berdewamkirina hevkariya Ukrayna û Çekyayê de li hev kirine û got, "Di têkoşîna dijî êrîşkariya Rusyayê de piştevaniya Çekyayê girîng e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin