Ahmet Turk dîsa dibe namzed
Peyama Kurd – Sîyasetmedarê Kurd Ahmed Turk k udi hilbijartinen dawî de wek Şaredarê Mêrdînê hatibû hilbijartin lê ji alî hikûmeta Tirkîyeyê ve ji serokşaredartiyê hatibû avêtin, dîsa dibe namzedê Mêrdînê.
Navê Ahmed Turk ji bo namzedîya bajarê Tirkîyeyê Stenbolê dihate nîqaşkirin lê belê jêderên ji Mêrdînê radigihînin ku di rojên pêş de, wê Ahmet Turk ji bo namzedîyü Şaredariya Parêzgeha Mêrdînê serlêdanê bike.
Sîsasetmedarê Kurd Ahmet Turk ku di salên 1990an de ji ber xebatên xwe yên sîyasî, ji parlamentoya Tirkîyeyê hate avêtin û bi salan girtî ma. Piştî temamkirina cezayê xwe dîsa vegerîya parlamentoyê.
Ahmed Turk, di hilbijartina berê de ji bo şaredarîya Parêrêzgeha Mêrdînê bû namzed û hate hilbijartin, lê belê hikûmeta Tirkîyeyê wek gellek bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê li Mêrdînê jî şaredar Ahmed Turk ji kar dûr kir û qeyyûm li şûna wî danî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin