Baroya Diyarbekirê, êrîsa Mêrdînê sermezar kir
PeyamaKurd- Rêveberên Baroya Diyarbekirê, bi rêya daxuyaniyekê, êrîşa ku 2 roj berê li Mêrdînê li welatiyên Herêma Kurdistanê hatibû kirin, şermezar kir û bang li rayedarên daraza Tirkiyeyê kirin ku kesên li pişt vê bûyerê werin sizakirin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê rêveberên Baroya Diyarbekirê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku ew li bendê ne kujer bên dîtin û darizandin û wiha hat gotin:
“Me bi dilgiraniyeke mezin, agahiya ku li ser rêya Nisêbîn û Mêrdîn di encama êrîşeke çekdarî de ji 2 malbatên Duhokê 5 kes ku 3 jê jin bûn, hatin kuştin, bihîst. Em êrîşê şermezar dikin û em li bendê ne ku di derbarê êrîşê de lêpirsîneke bi bandor bê meşandin û kiryar bên darizandin.”
2 roj beriya niha, di navbera navçeyên Nisêbîn û Artukluyê yên Mêrdînê de di êrîşa li dijî wesayîta welatiyên Herêma Kurdistanê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dabû û ev yek ji aliyê rayedarên Herêma Kurdistanê ve bi tundî hatibû şermezarkirin û li ser hatiye rawestandin ku kujer bên dîtin û darizandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin