Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Civiya

27 April 2022 13:29 0 dîtin
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Civiya

PeyamaKurd-Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro li ser mijarên sereke yên Herêma Kurdistanê û li ser serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Brîtanyayê, beriya nîvrojê civiya û civîn berdewam dike.

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîna xwe asayî pêk tîne. Hat ragihandin di civînê de dê gotûbêjkirina serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Brîtanyayê bê kirin. Reşnivîsa projeyasaya li ser Desteya Mitmanedayîna Saziyan û Programên Perwerdehî û Xwendina Bilind li Herêma Kurdistanê tê nirxandin û mijara dawî jî rewşa elektrîkê ya li Herêma Kurdistanê ye. Di vê mijarê de dê Wezareta Elektrîkê ji bo baştirkirina elektrîkê, bi taybetî jî ji bo demsala havînê pêşniyazan bike.