Fermandarê HSDê, bîlançoya êrîsên Tirkiyeyê ragihand

08 October 2023 23:30 0 dîtin
Fermandarê HSDê, bîlançoya êrîsên Tirkiyeyê ragihand

PeyamaKurd- Fermandarê Giştî yê Hêzên Suriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, di derbarê êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojava de daxuyaniyek belav kir.

Mazlûm Kobanî, daxuyaniyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand de bîlançoya êrîşên bombeyî yên Tirkiyeyê ragihand û got ku

“Tirkiyeyê, di nav 72 saetan de elektrîk, av û santralên elektrîkê, nexweşxane û dibistan jî di nav de zêdetirî 145 cihên me yên li herêmên ewledar bombebaran kirin.

Êrîşa dawî ya Tirkiyeyê, bi armanca felckirina jiyana sivîlan e. Bi neyetên siyasî yên êrîşkar, rasterast hewildan û şiyanên Rêveberiya Xweser kir armanc. 

Kiryarên Tirkiyeyê yên ku hewildanên navneteweyî yên ji bo avakirina îstiqrarê piştî têkçûna IŞÎDê hedef digire û êrîşî xebatên rêxistinên sivîl û rêxistinên sivîl ên ji bo xizmeta gelê herêmê dixebitin, sûcê şer e."