Girtiyên DAISî ji girtîgeha Hesekê reviyan
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku girtiyên DAIŞê yên li girtîgeha Hesekê reviyane. Nayê zanîn bê çend DAIŞî reviyane lê hêzên HSDê û Amerîkayê ji bo girtina girtîyan ketin amadebaşiyê.
Li gorî nûçeya Al Masdarê ku xwe dispêrê çavkaniyên medya civakî, girtiyên DAIŞî yên li Girtîgeha Ghuweiranê ku dikeve bakurê rojhilatê Hesekê roja yekşemê reviyan.
Amaje bi wê yekê hat dan ku hêzên hevpeymaniyê ku Amerîka pêşengiya wê dike, ji bo desteserkirin yan jî berterefkirina DAIŞiyan ketiye dewrê û bombeyên ronahiyê bi kar anîne.
Rayedarê girtîgehê Rûbar Hesen ji ANFê re axivî û got, “Çeteyên DAIŞê di saet 8ê êvarê de serî hildan lê ji bo mudaxeleyê em li benda sibehê ne. Li ser bataniyan nivîsîne ku ew daxwaza ‘alîkariyên mirovî’ dikin û pşê jî derî şikandine û reviyane.”
Girtîyên DAIŞî berê jî ji girtîgeha Hesekê reviya bûn lê din ava çend rojan de hemû girtî hatibûn desteser kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin