Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê îro birêve diçin

26 May 2021 10:59 0 dîtin
Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê îro birêve diçin

PeyamaKurd – Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê, li herêmên di bin kontrola rêjîmê de îro destpê dike. Beşar Esed û du namzetên din, berbijarên hilbijartinan in.

Proseya dengdanê îro ji saet 7ê sibê û heta 19:00an wê berdewam bike. Li gor Wezareta Navxwe ya Sûriyê, 18 milyon welatiyan mafê wan ê dengdanê heye.

Hilbijartinên Serokatiya Sûriyê li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser û herêmên di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê de nayên kirin. Li bajarê Heseke û Qamişlo jî tenê li çargoşeyên ewlehiyê yên di destê rêjîmê de ne, sindoqên dengdanê tên danîn.