Îro 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê ye

14 April 2022 11:14 0 dîtin
Îro 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê ye

PeyamaKurd  Îro 34emîn salvegera Komkujiya Enfalê ye ku ji aliyê rejima Beisê ve li dijî Kurdan hatiye kirin ku navê xwe ji ‘Sureta Enfalê’ ya Qur’anê werdigre. Enfal bi Erebî tê wateya ‘xenîmetên şer’.

Gelek dewletan xwest ku li dijî Kurdan komkujiyan pêk bînin, lê gelê Kurd yê xwedî hêz û şiyan û vîn, li hember hemû komkujî, jenosîd, destpotî û fişaran serî netewand û bi biryar li ber xwe da.

Rejîma Beisê piştî plana tunekirina Kurdan komkujiya Helepceyê, bi jenosîda Enfalê berdewam kir û bi vê kiryarê xwest ku Kurdan qir bike, ji cih û warên xwe dûr bixe û bi vê yekê re rê li ber têkoşîna azadî û serxwebûna Kurdan bigire.

‘ENFAL: JENOSÎDA KURDAN!’

Weke jenosîda Helepceyê, di Jenosîda Enfalê de jî bi deh hezaran Kurdên bêguneh bûne qurbaniyên qirkirinê.

Di Enfalê de zêdetirî 182 hezarî Kurd bi awayekî hovane rastî komkujî û jenosîdê hatin, bi awayekî komî hatin veşartin, 4 hezar gund bi erdê ve hatin yekkirin. Di Enfalê de ne tenê hêzên rejima Beisê cih girtin herweha saziyên sivîl ên li Îraqê jî beşdarî vê operasyonê bûn.

Dadgeha Cezayê Bilind a Iraqê di sala 2007an de biryar da ku Enfal jenosîdeke li dijî Kurdan e û bi sedema ku beşdarî komkujiya Enfalê bûne biryara gelek kes hat dayîn ku werin desteserkirin.

‘ELÎ KÎMYEWÎ OPERASYON BIRÊVE BIRIN!’

Di operasyonên qirkirina Kurdan de ya ku fermana wê Sedam Hisên dabû, Eli Hesen el Mecîdiyê ku pêşangî kiribû, piştî komkujiya Helebceyê wekî ‘Eli Kîmyewî’ hat naskirin.

 ‘ARMANCA JENOSÎDA ENFALÊ ÇÎ BÛ?’

Hemû herêmên ku operasyon lê hatine kirin, weke herêmên taybet hatin diyarkirin. Ev herêmên navhatî deverên stratejîk bûn ku hewildanên têkoşîna azadiyê lê dihatin kirin. Rejîma Beisê bi vê qirkirinê dixwest şorişa li başurê Kurdistanê biçewisîne û bike ku Kurd careke din serî ranekin.

Di encama operasyonan de Kurd rastî komkujiyê hatin û ji deverên ku rezervên petrolê yên dewlemend lê bûn hain dûrxistin û li şûna wan malbatên Ereb hatin bicihkirin. Bi vî hawî demografiya herêmê hat guhertin.

Em wekî malbata PeyamaKurd di 31emîn salvegera komkujiya Enfalê de hemû qurbaniyên Enfalê bi giramî bibîr tînin.

Em ê tu carî vê bûyera diltezin a hember xelkê sivîl û gelê Kurd ê mazlûm ji bîr nekin û kiryaran jî bi tundî şermezar dikin.