Îro salvegera Komkujiya Êzidiyên Sengalê ye!

03 August 2021 09:29 0 dîtin
Îro salvegera Komkujiya Êzidiyên Sengalê ye!

PeyamaKurd – Berî niha bi 7 salan, çekdarên rêxistina terorîst a DAIŞê, girt ser warê Kurdên Êzidî Şengalê, jin, zarok, kalemêr-pîrejin jî di nav de, ji 5 hezaran zêdetir Kurdên Êzidî qetil kirin, bi sedan mêr kuştin û bi hezaran jinên Êzidî kirin kole. Bi hezaran kes dîl girtin, bi sed hezaran kes koçber kirin û komkujiyeke mezin pêk anîn. Piştî komkujiyê bi hezaran jin li bazaran wek kole hatin firotin.

Çekdarên rêxistina tororîst DAIŞê, 7 sal berê, di 3yê Tebaxa 2014an de, di saet 2yê şevê de girt ser Şengalê, li ber çavê hemû cîhanê ji 10 salî mezintir hemû xort û mêr kuştin, 7 hezar jin ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatin revandin, cara yekem li pêşiya hemû cîhanê jin li bazaran hatin firotin, bi dehan gorên komî yên Êzidiyan hatin dîtin. Trajediya herî mezin, hîn jî rewşa zêdetirî 3 hezar jinan ne zelal e.

Ji nav 200,000 kesên ji malên xwe ji bajarê Şengalê û gundên dorûber reviyayîn, nêzîkî 50,000an xwe li çiyayê Şengalê girtin. Şervanên DAIŞê dora wan girt û li ser çiyayî asê man. Di sê rojan de, bi dehan Êzidî, tevahiya wan zarok ji tîna mirin. Wan bangî xelkê xwe li seranserî cîhanê û li Amerîka kir, da ku herin hewara wan û wan ji wê dorgirtinê rizgar bikin.

Di 4ê Tebaxa 2014an de, Mîrê Êzidiyan banga xwe gîhand rêberên cîhanê ji bo alîkariyê. Welatên Yekgirtî Amerîka, bersiva wê bangê da û dest bi êrîşên balafiran li dijî DAIŞê kirin, piştevaniya alîkariyên mirovanî ya xwarin, av û vexwarinê ji balafiran kirin.

Ev alîkariya pêşîn bû, bû sedema pêkanîna hevbendiyek nêvneteweyî bo şkandina DAIŞê û destkpêka dawiya DAIŞê. Heta nîvê meha Kanûna 2014an, hêzên Kurdan dest bi yekem qonaxa kampanya derxistina DAIŞê ji Şengalê kirin û berî sal bi dawî bê, wan beşek bajar rizgar kirin. Di 13ê Çirya Paşî, rojekê berî destpêkirina qonaxa duyan, hêzên Kurdan yên Êzdiyan bi piştevaniya êrîşên balafirên hevpeymanê, bi yek carî Şengal ji destê DAIŞê rizgar kirin.