Îsraîlê agirbest û pevguhertina girtiyan pejirand

18 January 2025 08:54 0 dîtin
Îsraîlê agirbest û pevguhertina girtiyan pejirand

PeyamaKurd – Îsraîlê peymanek pejirand ku tê de agirbest û pevguhertina girtiyan li Xezzeyê ku roja Yekşemê 19ê Çile dest pê dike.

Hikûmeta Îsraîlê di civîna kabîneyê de ku bi saetan dewam kir, agirbesta Xezzeyê û peymana pevguhertina girtiyan pejirand.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Îsraîlê ve hat dayîn de hat ragihandin ku pêşnûmeya peymanê di civîna lijneya wezîran de hat qebûlkirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bernameya serbestberdana girtiyan di 19ê Çileyê roja Yekşemê de dest pê dike.

Peyman piştî ku ji aliyê kabîneya ewlehiyê ya Îsraîlê ve hat qebûlkirin di civîna lijneya wezîran de hat gotûbêjkirin.