Ji Hulusî Akar daxuyaniya serdana Kurdistanê...
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ku îro 19ê Çile serdana Hewlêrê kir, li ser danûstandinên xwe yên bi berpirsên Herêma Kurdistanê re daxuyanî dan.
Akar kêfxweşiya ji bo hatina Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê nîşan da û diyar kir ku derfet çêbûye ku pirsgirêkên xwe ligel Iraq û Herêma Kurdistanê biaxivin ku hêvî dikin pirsgirêkan bi hev re çareser bikin.
Hulusî Akar kêfxweşiya xwe ya bo mêvanperweriya Serok Barzanî anî ziman û got ku ew bi hevdîtinên dilsozane di parvekirina nêrînên xwe de berdewamin.
Akar got: "Çana me ya hevpar, dîrok û têkiliyên me yên cîrantiyê berpirsiyarîyên girîng dixin ser milê me.”
Wezîrê Tirk ji bo PKKê jî got ku ew nûnertiya gelê Kurd nake û wiha pê de çû:
"Rûyê rastîn PKKê gelek derdorên Iraqê êdî zelalî dibînin. PKK dijminê gelê herêmê ye. Ev bi salan e em destnîşan dikin ku ev rêxistin nûnertiya birayên me yên Kurd nake bilakis wan mexdûr dike.”
Akar herwiha got ku ti pirsgîrêka wan bi birayên Kurd re nîne û ew dixwazin hevkariya wan zêde bibe û diyar kir, pêwîste bi hev re bi biryardarî li dijî PKKê rawestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin