Ji muxalîfên alîgirên Tirkiyê daxwaza Idlibê…

11 February 2019 18:12 0 dîtin
Ji muxalîfên alîgirên Tirkiyê daxwaza Idlibê…

PeyamaKurd – Komisyona siyasî ya muxalîfên alîgirên Tirkiyê yên girêdayî Artêşa Sûriya Azad ji bo Tirkiye berpirsiyariyên xwe yên li Idlibê bicih werîne daxuyanî dan.

Di daxuyaniya fermî ya opozîsyonê de, hat xwestin ku hikûmeta Tirkiyê berpirsiyariyên xwe yên li ser Idlibê di çarçoveya sozên Rêkeftina Soçiyê de bicih werîne û êrîşên rejîmê asteng bike.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Rejîma mucrîm û milîtanên girêdayî wê, ji bo binpêkirina rêkeftinê, li Idlib û Hemayê bi provokasyonan hewil didin rêkeftina Soçiyê bi ser nekeve.”

Herwiha hat diyarkirin ku di êrîşên rejîmê yên van demên dawî li herêmên kêmkirina rageşiyê pêk hatine de, li qade 30 kîlometreyî gelek komkujî hatine kirin û 50 sivîlan di êrîşan de can daye.

Opozîsyonê da xuyakirin, milîşeyên girêdayî Îranê di encama êrîşên ser sivîlan de hiştine ku 200 kes terka cih û warên xwe bidin.