Kerkûk | Terorîstên DAISê stûnên elektrîkê teqandin
PeyamaKurd – Li nav sînorê parêzgeha Kerkûkê rêxistina terorîst DAIŞê stûnên elektrîkê bi bombeyên çandî teqandin û xelkê navçeya Bay Hesen a qezaya Dubizê bê elektrîk ma.
Berpirsê beşa ragihandina tora elektrîkê ya Kerkûkê Elî Kerem derbarê wê êrîşê de ragihand, ber bi sibehê li navçeya Bay Hesen a ser bi qeza Dubiz a sînorê parêzgeha Kerkûkê bi rêya teqandina bombeyên çandî çend stûnên elektrîkê hatin teqandin û elektrîk hat birîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, doh 13ê Hezîranê jî nêzîkî gundê Dawudeluk a Riyaz a qeza Hewîce ya sînorê parêzgeha Kerkûkê, çend stûnên elektrîkê bûbûn armanca êrîşê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin