Kestiyên Rûsyayê ji Baregeha Tartûsê veqetiyan!
PeyamaKurd- Li gorî dîmenên ku Şirketa Nîşandana Satelîtan ya bi navê Image Satellîte Internacionalê parve kirin, keştiyên şer yên Rûsyayê ji Baregeha Tartusê veqetiyane.
Image Satellîte Internacionalê li ser Facebookê dîmenên ku keştiyên şer yên Rûsyayê ku ji Baregeha Tartusê vediqetin parve kirin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber tirsa hinek êrîşan, keştî ji baregehê veqetiyane û tenê keştiyeke binavger maye.
Di dîmena 11ê Nîsanê de li baregehê; 7 keştî, 2 keştiyên lezê yên bi navê Grançonokê û 2 keştiyên binavger xuya dikin. Lêbelê niha, tenê yek ji wan xuya dike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî ku Sûriyê li Xutayê çekên kîmyewî bi kar anîn, daxuyaniyek dabû û gotibû ku “Amade be Rûsya, va ye moşek tên!”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin