Komkara Erebî biryara civîneke lezgîn da!

09 February 2025 17:26 0 dîtin
Komkara Erebî biryara civîneke lezgîn da!

PeyamaKurd – Komkara Ereb wê di 27ê Sibatê de civîneke awarte li dar bixe û li ser geşedanên dawîn ên li ser mijara Filistînê biaxive.

Wezareta Derve ya Misrê îro (09.02.2025) derbarê mijarê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku lûtkeya ku dê di 27ê Sibatê de li Qahîreyê bê lidarxistin, wê bi hemahengiya Sekreterê Giştî yê Komkara Erebî û serokatiya niha ya lûtkeyê Qraliyeta Behreynê were lidarxistin.

Hat ragihandin ku biryara lidarxistina lûtkeyê piştî rawêjkarî û hevdîtinên ku Misir di rojên dawî de di asta herî jor de bi welatên Erebî re pêk anî, hat stendin, Filistîn jî di nav de, di lûtkeyê de daxwaza gotûbêjkirina geşedanên nû û cidî yên di mijara Filistînê de kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di lûtkeyê de wê firsend bê dayîn ku li ser mijara Filistînê geşedanên gelekî girîng û lezgîn bên nîqaşkirin.