Li Almanyayê alîgirên PKKê zêde bûn
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li Almanyayê rêxistinên Tirkiyeyê ji xwe re kirine hedef kar û barê xwe zêde kirine û li seranserê welêt jimara alîgirên wan zêde bûye.
Di rapora beşa îstixbarata navxweyî ya Teşkîlata Parastina Makezagonê (BfV) ya sala 2017an de hat eşkerekirin di sala 2016an de hejmara alîgirên PKKê 14 hezar bû û ev jimar di sala 2017an de bi qasî 500 kesî zêde bû û gihîşt 14 hezar û 500 kesî.
Di raporê de hat gotin ku li Almanyayê di nav rêxistinên biyanî de ku ji hêla endaman ve herî xurt e PKK ye û vê rewşa xwe jî didomîne.
Hat gotin ku PKKê par li Almanyayê 14 milyon ewro û li seranserê Ewropayê jî 25 milyon ewro pere berhev kiriye.
Di rapora BjVyê ya ji 358 rûpelan pêk dihat de 16 rûpel ji bo PKKê hat cihêkirin û hat gotin ku gelek komele û rêxistinbûnên li ser navê PKKê kar û bar dikin bi armanca di nav civakê de ji bo xwe nêrîneke xweş bihêlin gelek caran navên xwe guhertin.
BfVya îstixbarata Almanyayê di rapora xwe de ragihand ku rêxistinbûnên PKKê yên li Almanya û welatên din ên Ewropayê hê jî ji hêla qadroya Qendîlî tên birêvebirin û ji bo îdeolojiya PKKê tundî hê jî wek alternatîfa herî mezin tê emilandin.
Di raporê da hat gotin ku PKK li Almanya û Ewropayê xwedî medyaya xwe ye û Ajansa Nûçeyan a ANFyê û rojnameya Polîtîkaya Azad a Nû jî amûrên wê yên propagandayê ne.
Hat gotin ku rêxistin bi taybetî di nav ciwanan de ji bo propagandayê medyaya civakî awayekî çalak bi kar tîne.
- Komên din
Di raporê de ji bo DHKP-Cyê jî hat gotin ku niha 650 endamên wê li Almanyayê hene û bi navbeynkariya wan û komeleyên curbecur xebatên xwe didomînin.
Ji bo du rêxistinên din TKP/MLê hat gotin ku 300 endamên wê hene û ji bo MLKPê jî hat gotin ku xwedî 600 endamî ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin