Li Bexdayê du teqînên mezin çêbûn

21 January 2021 13:32 0 dîtin
Li Bexdayê du teqînên mezin çêbûn

PeyamaKurd -  Li paytextê Iraqê Bexdayê du teqînên bihêz çêbûn û di encama teqînan de gelek kuştî û birîndar hene.

Li gor agahiyên destpêkê didin zanîn, li qada Teyeran a li Bexda ya paytexta Iraqê du teqînên bihêz çêbûn û nêzîkî 12 kes di encama her du teqînan de hatine kuştin û nêzîkî 25 kes jî birîndar bûne.

Herwiha medyaya Iraqê diyar dike, destpêkê bombeyeke vedayî li bazara qada Teyeran a li Bexdayê teqiya, pişt re xelk ji bo alîkariya birîndaran û rakirina termên kuştiyan kom bûn û kesekî ku kembera bombekirî li xwe kiribû, di nav xelkê de, xwe teqand.