Mattis: Em Hêzên Sûriya Demokratîk bernadin!

07 June 2018 11:00 0 dîtin
Mattis: Em Hêzên Sûriya Demokratîk bernadin!

PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis di derbarê pirsgirêka Sûriyê de axivî û got ku em têkiliyên xwe yên bi Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) re qut nakin.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis wiha berdewam kir: “Ji bo berjewendiyên Tirkiyê û Amerîkayê em bi hev re diaxivin. Tirkiye endamê NATOyê ye û ji bo me girîng e. Di heman demê de HSDê jî li dijî IŞÎDê gelekî şer kir û bi ser ket. Tenê HSDê dikarîbû IŞÎDê têk bibe. HSD hê jî nehatiye têkbirin û li dijî IŞÎDê hê jî aktorekî mezin e. Ji ber vê yekê em HSDê navêjin.

Li ser pirsa rojnamevanekî ku got “hûn ê çawa hem bi Tirkiyê û hem jî bi HSDê re hevkariyê bikin? Mattis wiha bersiv da: Bi rastî bi zor û tevlîhev e. Sûriyê ji bo şerekî, cihê herî zêde tevlîhev e. Lê divê em vê yekê bikin û em dikin jî.”