NATOyê, bertek nîsanî Putin da!

30 October 2022 20:30 0 dîtin
NATOyê, bertek nîsanî Putin da!

PeyamaKurd- Berdevka NATOyê Oana Lungescu, li ser biryara Rusyayê ya ku peymana navbera xwe û Ukraynayê ya li ser korîdora dexil û dan da rawestandin, bertek nîşan da. Lungescu li ser vê biryarê, Vladimir Putin tawanbar kir.

Oana Lungescu, li ser biryara Rusyayê ya li ser xurekan ku bandora xwe li seranserê cîhanê dike, axivî û got ku

“Divê Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, dest ji vê helwesta xwe ya ku xurekan wekî çek bi kar tîne, berde. Divê Rusya vî şerê dijyasayî yê ku li dijî Ukraynayê jî dike bi dawî bîne.”

Rayedarên Rusyayê, duh ragihandibû ku wan peymana korîdora dexil û dan daye rawestandin û sedema vê yekê jî wekî ku Ukraynayê êrîşî keştiyên şer û sivîl ên Rusyayê yên li Sivastopola Kirimê kiriye, nîşan da.