Navenda HDPê, desteserkirinên îro sermezar kir

03 June 2022 16:34 0 dîtin
Navenda HDPê, desteserkirinên îro sermezar kir

PeyamaKurd-Rêveberên Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)ê, li ser desteserkirinên ku vê sibehê li 11 bajarên bakur û Tirkiyeyê çêbûn, daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniya HDPê de hat gotin ku her ku Hikûmeta Tirkiyeyê hêza xwe kêm dike, rêjeya êrîşên li dijî beşên civakê, zêdetir dike.

Li ser desteserkirinên 42 kesan ên ku vê sibehê li 11 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çêbûn, ji aliyê Navenda HDPê ve daxuyanî hat dayîn û ev helwest bi tundî hat şermezarkirin. Rayedarên HDPê da bi rêya daxuyaniyê gotin ku “Li vî welatî; her kesên ku doza demokrasî, aştî, wekhevî, maf û azadiyan dikin, wekî ‘terorîst’ tên destnîşankirin. Bi hêza daraz û polîsan, êrîş tên kirin. Ev hişmendî, beşên herî dînamîk ên civakê dike hedefa xwe.”

Ji aliyê HDPyiyan ve hat amajekirin ku AK Partî, HDPê li pêşiya xwe wekî xetereyekê dibîne, ji ber vê yekê HDKê jî kiriye hedefa xwe.