Parlamena Kurdistanê projeyasaya reforman pesend kir
PeyamaKurd - Parlamentoya Herêma Kurdistanê di dengdana îroPêncşemê ya li ser projeyasaya çaksaziyê de, bi dengên 89 parlamenteran projeyasaya pesend kir.
Projeyasaya çaksaziyê ji aliyê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ve ji Parlamentoya Kurdistanê re hatibû şandin û du caran li parlamentoyê li ser xwendin û guftûgo hatin kirin.
Parlamentoya Kurdistanê îro piştî nîvro ji bo dengdana li ser projeyaaya reforman civiya.
Di dengdanê de bi 89 dengên parlamentarên herêma Kurdistanê projeyasa bi hemû birke, xal û madeyên xwe ve hat pejirandin û pesendkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin