Rûsya: Li Sûriyê çalakiyên leskerî rawestiyan
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, derbarê agirbesta Idlibê ya 5ê Adarê ku li Moskowê ji aliyê Pûtîn û Erdogan ve hatiye ragihandin got, di çarçoveya rêkeftinê de çalakyên leşkerî li Idlibê nayên kirin.
Peskov li ser pirsa gelo wê bi temamî çalakiyên leşkerî bên rawestandin jî ragihand, “Niha çalakiyên leşkerî li Sûriyê nayên pêkanîn. Hûn jî dizanin bi rêkeftina navbera Pûtîn û Erdogan re rewşa Idlibê aram bûye. Wekî din jî li ser otorêyên Idlibê dewriyeyên hevbeş têne kirin. Bi giştî niha çalakiyên leşkerî nayên kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin