Serok Barzanî peyama Noelê belav kir

24 December 2022 21:32 0 dîtin
Serok Barzanî peyama Noelê belav kir

PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema roja ji dayîkbûna Hz. Îsa peyamekî belav kir û di peyama xwe de cejna Noelê ya Xîrîstiyanên Kurdistanê, Iraqê û dinyayê pîroz kir. Cejna Noelê her sal di 24 ê kanûnê de tê pîrozkirin. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Ez cejna Noelê ya birayên xwe yên li Kurdistanê, Iraqê û temamê dinyayê ji dil û can pîroz dikim, ji wan re dilxweşî bextiyarî dixwazim. Dixwazim cejna Noelê di navbera pêkhateyên Kurdistanê de bibe wesîla pêkvejiyanê, biratî û kûrbûna çanda biratiyê.

Bila birayên Mesîhî cejna xwe di nav aramî û hûzûrê de derbas bikin û di dinyayê û herêma me de bila aştî û biratî bibe serdest.”