Serok Barzanî peyameke sersaxiyê belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Adarê ji ber wefata endamê berê yê Komîteya Navendî û polîtburoya PDKê Dr. Cercîs Hesen peyameke serxweşiyê belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi navê Xudayê mezin û dilovan, Bi mixabiniyeke zêde ve xeberê koça dawiyê ya têkoşer û xebatkerê gelê me û endamê berê yê Mekteba Siyasî û Komîteya Navendî ya PDKyê Dr. Cercîs Hesen gehişt min.
Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen jiyê xwe bi awayekî merdane di Pêşmergetî û xebata gelê xwe de derbaz kir û mînaka wefadarî û dilsoziyê bû.”
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de diyar kir, “Em serexweşiyê li tev heval û hevsenger û dost û nas û malbat û kesûkarên Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen dikin û em hevparên xema wan in. Em ji Xudayê mezin dixwazin canê Xudêjêrazî Dr. Cercîs Hesen bi behişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi tev aliyan bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin