Serokên îstixbaratên Suriye û Tirkiyeyê, civiyan
PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji aliyê malpera Intellegence Online ya Fransî ve hat parvekirin, serokên îstixbaratên Sûriye û Tirkiyeyê, bi navbeynkariya Rusyayê civiyane. Di nûçeyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijarên ewlehiya sînorî û mijarên din hatine nirxandin.
Di nûçeya hat parvekirin de hat diyarkirin ku Serokê Îstîxbarata Suriyeyê Elî Memlûk û Serokê Îstîxbarata Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi navbeynkariya rayedarên Rusyayê civiyane û ev civîn 2 roj berê, li paytexta Rusyayê, Moskowê pêk hatiye.
Di agahiyên hatin parvekirin de hat diyarkirin ku di civînê de li ser pirsgirêkên ewlekariya sînorî, şerê PYD û YPGê û mijarên din ên navbera herdu welatan hatine nirxandin.
Hat zanîn ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ve her çiqas pêwendiyên dîplomasiyê yên navbera herdu welatan qut bûbin jî rayedarên îstîxbaratê, çend caran civiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin