Serokên partiyên Saadet û Gelecekê civiyan
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu, serdana Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu kir.
Di hevdîtinê de hat gotin ku di civînê de qala xebatên koma parlamentoyê û amadekariyên hilbijartinên herêmî hatin kirin û li ser destpêkirina şêwirên di navbera rêxistinên xwecihî û baregehên herdu partiyan de lihevkirinek çêbûye.
Li gorî hat ragihandin, ji bo xebatên hilbijartina herêmî biryar hat dayîn ku di navbera herdu partiyan de şêwir bên destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di xebatên parlamentoyê yên ku dê di 1ê Cotmehê de dest pê bikin de serokên giştî li ser prensîbên kar û ajandeyên pêşîn ên Koma Saadet û Gelecekê li hev kirin.
Her wiha hat destnîşankirin ku wan biryar da ku di navbera rêxistinên herêmî û yekîneyên pêwendîdar de di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên herêmî de dest bi şêwirmendiyê bikin.
Li ser naveroka hevdîtinê jî ev daxuyanî hat dayîn: "Bandora erênî ya hevkariya di navbera herdu partiyan de ji bo derbaskirina reşbîniya di nav civakê de piştî hilbijartinên giştî û avakirina hewayeke nû ya siyasî hat îfadekirin. "

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin