Terorîstên DAISê êrîsî gundekî kir

02 September 2021 11:06 0 dîtin
Terorîstên DAISê êrîsî gundekî kir

PeyamaKurd – Terorîstên DAIŞê, êrîşî gundê Şehelê Kevin ê ser bi nahiya Sergeranê ve kir û di encamê de leşkerekî artêşa Iraqê hat kuştin, 6 welatî birîndar bûn û welatiyek jî hat revandin.

Welatiyekî gundê Şehelê Kevin diyar kiriye, dora 30 çekdarên DAIŞê îro danê sibê gundê wan dorpêç kir û êrîşî ser gund kir, xelkê gund û hêzên Iraqî jî rûbirûbûyî wê êrîşê bûn.

Herwiha daye zanîn, di encama êrîşê de leşkerekî artêşa Iraqê hat kuştin, 6 kes birîndar bûn û weletiyekî gund yê bi navê Nayif jî hate revandin. “3 bombeyên çendî jî li nêzîkî gund hatin teqandin.”

Wê çavkaniya destnîşan kiriye: “Gundiyên Şehelê Nû xwastin bi hawara me bên, lê ji ber ku çekdarên DAIŞê bombe li ser rê danîbûn, nikarîn nêzîkî gund bibin.”

Ji aliyekî din ve, çekdarên DAIŞê şeva borî êrîşî ser gundê Dekşimanê yê ser bi bajarokê Taze li sînorê Kerkûkê kir, çekdaran 3 otomobîlên welatiyan şewitandin û hejmarek ji çêlek û pezê xelkê kuştin.