Tirkiyê hêzên zêdetir disîne Serê Kaniyê

23 May 2020 16:33 0 dîtin
Tirkiyê hêzên zêdetir disîne Serê Kaniyê

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê hêzeke zêdetir derbasî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Li gor çavkaniyên herêmî, Artêşa Tirkiyê (TSK) hêzeke leşkerî ya din derbasî Serê Kaniyê kir.

Li gor agahiyên berdest, Tirkiyê 30 wesayîtên leşkerî ku kelûpelên lojistîk li xwe digirt, bi rêya deriyê Idwaniye li rojavayê Serê Kaniyê derbasî nava wî bajarî kir.

Tirkiyê di hewla guhertina demografyaya navçeyê û veguhastina malbatên çekdaran de berdewam e.Roja 6 Gulanê, 8 otobus ku malbatên çekdaran tê de bûn, derbasî wî bajarî  hatibûn kirin.

Her wiha 21 Nîsanê, nêzîkî 150 wesayît ji xelkê Xûte, Hums û Idlibê derbasî bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê bûbûn.