Wexta dengdana serokkomariya Îranê hat dirêjkirin
PeyamaKurd – 13 em hilbijartina serokkomariya Îranê sêrê siba siet di 07.00 an de destpêkir û heya 24.00 ê şevê dê dewam bike. Tê gotin ku tevlîbûna dengdêran li Îranê zahf kême û lewra wext heya 02.00 ê piştî nîvê şevê hatiye dirêjkirin.
Ragihandin ji aliyê wezareta karên hundir ya Îranê de hat kirin. Niha Muhsîn Rizaî, Emîr Huseyin Kadizade Haşimî, Îbrahim Reîsî û reformîst Abdunnasir Himmetî bo serokkomariyê têdikoşin. Nufusa Îranê 83 milyone û 59.310.330 dengdêr dikarin deng bidin.
Bi sedema di wexta namzediyê de gelek namzed hatin vetokirin, terefên reformîst naxwazin herin ser sindoqan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin