Yekîtiya Ewropayê, biryara sexbêriya enerjiyê da
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliye Civata Ewropayê ve hatin ragihandin, Saziyên Yekîtiya Ewropayê (YE) li hev kirin ku li seranserê Yekîtiya Ewropayê li gorî hedefa enerjiyê ya sala 2020î heta sala 2030î ji % 11,7 kêm bike.
Civata Ewropayê ragihand ku di hevdîtinên li ser rêziknameya enerjiyê ya di navbera welatên endam û Parlamentoya Ewropayê (PE) de lihevkirinek pêk hatiye û li gorî vê lihevkirinê, heta sala 2030î, dê li tevahiya YEyê xerckirina enerjiya dawî ji % 11,7 kêm bibe.
Li gorî hat diyarkirin ku sînorê mezaxtina enerjiyê ya dawî dê ji bo dewletên endam bi hev re girêdayî be û ji bo pêkanîna armancê dê hin nermbûnek ji dewletên endam re were dayîn.
Hedefa sexbêriya enerjiyê ya salane ya ji bo xerckirina enerjiya dawîn dê ji 2024an heta 2030î gav bi gav were zêdekirin. Hat diyarkiri ku welatên endam dê di vê heyamê de salane ji % 1,49 di xerckirina enerjiya xwe ya dawî de sexbêriyê bikin.
Her wiha hat eşkerekirin ku rêjeya sexbêriyê ya salane dê heta dawiya sala 2030î bigihîje ji % 1,9an.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin