YNKê pistgirî da helwesta Berhem Salihî
PeyamaKurd - YNK piştEvaniya xwe ji bo helwesta Serokomarê Iraqê Berhem Salih nîşan da. Berhem Salih ragihandiye, ew li hember fişarên aliyên siyasî îradeya xwe radest nake û amade ye ji ber rewşa niha ya Iraqê dest ji kar berde.
Endamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK), Seidî Ehmed Pîre di civînekê rojnamevaniyê de li Hewlêrê ragihand, helwesta Berhem Salih ji bo çareseriya rewşa Iraqê ye û ji aliyên siyasî xwast, ku vê mijarê xirab bikar nehînin.
‘Em wek YNK piştgirî li helwesta wî dikin’
Li gorî nûçeya Rûdawê Seidî Pîre got, berpirsatiya Serokomar kûrkirina nakokiyan nîne û naxwaze rijandina xwîna iraqiyan berdewam be.
Pîre got: “Ti bendeke destûrê nîne ku vê helwesta serokomar wek nedestûrî nîşan bide, lewma ew di nava kûrtirkirina nakokiyan û destjikarberdanê, amadebûna xwe jibo destjikarberdanê nîşan daye û em jî wek YNK piştgirî li helwesta wî dikin.”
‘Ji bo diyarkirina berbijêrê serokwezîrê nû yê Iraqê komdengî nîne’
Pîre herwiha destnîşan kir: “Heta niha li parlamentoya Iraqê kîjan alî mezintirîn fraksyon e, hevdem di navbera aliyan de ji bo diyarkirina berbijêrê serokwezîrê nû yê Iraqê komdengî nîne.”
Derbarê vegera Berhem Salih bo Silêmaniyê de jî, Seidî Pîre got: “Serokomar ji ber posta xwe ya hizbî, ji niha pê ve hemû pêncşeman dê vegere Silêmaniyê û şemiyan dê vegere Bexdayê.”
Ev helwesta YNKê piştî wê yekê hat, ku Hevpeymaniya Bîna, ku Hadî Amirî û Nûrî Malikî serokatiya wê dikin, îşev di daxuyaniyekê de Berhem Salih bi binpêkirina destûrê û bikaranîna siyaseta kuştina demê tometbar kirin û daxwaz ji parlamentoya Iraqê kirin, lêpirsînê bi Salih re bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin