Berhem Salih bi Erdogan re dicive: Mijara ewlehiya sînor û PKKê li ser masê ye...

02 rêbendan 2019 18:02
Berhem Salih bi Erdogan re dicive: Mijara ewlehiya sînor û PKKê li ser masê ye...

PeyamaKurd – Serokomarê Iraqê Berhem Salih 3yê Çileyê li demjimêr 16:00 ji bo serdaneke fermî derbasî paytexta Tirkiye, Enqerê dibe.

Serokwezîrtiya Iraqê derbarê serdanê de ragihand, dê Berhem Salih di serdana xwe ya Tirkiyê de bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re bicive û mijarên, ewlehiya sînor, têkoşîna hevbeş a dijî PKKê û pêşhatên dawî yên Sûriyê bên axaftin.

Herwiha hat diyarkirin ku dê di hevdîtinan de ji xeynî pêwendiyên Iraq-Tirkiyê başkirina pêwendiyên bazirganî ligel herêma Kurdistanê û rewşa xeta boriya petrolê jî werin gotûbêjkirin.

Balyozê Tirkiyê yê Bexdayê Fatîh Yildiz, beriya niha vexwendnameya Erdogan a bo Berhem Salih gihandibû Iraqê.