Parlamena Iraqê dicive | Îstifaya Berhem Salih û Helbûsî jî tê xwestin

01 berfanbar 2019 14:43
Parlamena Iraqê dicive | Îstifaya Berhem Salih û Helbûsî jî tê xwestin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî nameya karvekêşana xwe ji bo parlamentoyê şand, lê xwepêşander dixwazin, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Serokê Parlamenê Muhammed Helbûsî jî ji kar bêne dûrxistin.

Parlamenterê Iraqê Mihemed Beldawî ji medya Iraqê re ragihand, kutleyên li parlamentoyê dest bi guftûgoyan kirine ji bo bersiva daxwazên xwepêşanderên welat bicih bînin û da zanîn, yek ji daxwazên xwepêşanderan dest ji kar kişandina serokkomarê Iraqê û serokatiya parlamentoyê ye ku ew jî bibe bingeh ji bo hilbijartinên pêşwext ên Iraqê.

Mihemed Beldawî da xuyakirin, pêngava piştî pejirandina nameya dest ji kar kişandina Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, ji kar dûrxistina serokkomar ji erkê wî ye û pêkanîna hikûmeta demkî û piştre jî hilweşandina parlamentoyê ye.

Tê çaverêkirin ku îro 1ê Kanûnê parlamentoya Iraqê rûniştineke awarte li ser rewşa Iraqê û pêşketinên dawî û mijara dest ji kar kişandina Adil Ebdulmehdî pek bîne.