Parlamena Iraqê ji bo leskerên Amerîkî dicive

13 tebax 2019 00:02
Parlamena Iraqê ji bo leskerên Amerîkî dicive

PeyamaKurd – Hat zanîn ku Parlamentoya Iraqê di serdema sêyem a parlamenê de, li ser hebûna leşkerên Amerîkî û biryara derxistina wan gotûbêjan bide destpêkirin.

Li gorî ragihandina endamê komisyona ewlekarî û parastinê yê parlamenê Kerîm Alewî dê parlamento di heyama bê de, li ser hebûna leşkerên Amerîkî li Iraqê û destwerdanên mijarên navxweyî yên Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê gotûbêj bike.

Beriya niha jî hin fraksiyonên parlamena Iraqê dijberiya xwe ya bo hebûna leşkerên Amerîkayê li Iraqê nîşan dabûn û xwestin bi biryara parlamenê ji Iraqê werin derxistin.